Bernama Kurdi - Programm

Rojev - Angriff auf Kurden in Syrien Nakokîya Tirkîye-Amerîka-Kurdan

Ji alîyekî ve Tirkîye û Erebistana Suûdî nîqaşa mudaxeleyeke leşkerî ya li dij Sûrîyeyê dikin. Li alîyê din de jî artêşa Tirkîyeyê vê heftê li Bakurê Helebê, li navçeya Ezazê balafirgeha Menagê ji erdê topbaran kir. Yekîneyên Parastina Gel YPGê çend roj berê Menag ji destê Cebhet’ul Nûsra stendibû. Hikûmeta Tirk got heta ku YPGê ji vê derê venekişe ewê êrîşên xwe berdewam bike. Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê nerazîbûna xwe anî zimên û got dijminê hevpar DAÎŞ e û lewma divê Tirkîye dev ji topbaranê berde. Amerîka ev demek e binxêz dike, ku berevajî Tirkîyeyê, ew YPGê wekî terorîst bi nav nakin û ewê piştgirîya xwe ya asmanî ya ji bo Kurdan berdewam bikin. Rojnameger Namo Abdullah dinirxîne.


Civak - Valentinstag Roja evîndaran

Hersal di 14ê sibatê de roja evîndaran tê pîroz kirin. Ev roj dibe derfetek, ku mirov hez kirin û evîna xwe ya ji bo kesekî bîne zimên yan jî evîna xwe nû bike. Choli Jasim û Evin Hadi jî malbeteke ji Başûrê Kurdistanê ne û ev çend meh in wekî penaber hatine Almanyayê. Ew bi dilê xwe zewicîne û evîna wan wekî roja pêşî germ e. Bernama Kurdî ev cota ciwan kir mêvanê studyoyê û pirsî, ka yekemîn roja evîndaran a li Almanyayê çawa derbas dibe.

Rojev - Angriff auf Kurden Almanya li xwe mukir hat

Li bakurê Kurdistanê di encama şer û pevçûnên di nav bajar û navçeyan de mirina xelkê sivîl berdewam dike. Di serî de Almanyayê, tevahîya Ewropayê xwe li hember van kuştinan kerr û lal kiriye. Vê heftê, bernameya Monitor a ARD bernameyeke taybet a li ser vê bêdendîya hikûmeta Almanyayê weşand. Di Monitor de hat gotin, hikûmeta Alman li xwe mukir hatîye û dibêje ji ber meseleya penaberan pêdivîya Almanyayê bi Tirkîyeyê heye û lewma nabe ku Tirkîye ji ber mafên mirovan were rexne kirin. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Huner - Studiogäste Duzimanî dewlemendî ye

Li gelek welatên pêşketî, ku tê de gelek xelkê koçber jî dijîn, anku li welatên wekî Almanyayê hejamara wan kesên ku bi çend zimanan zanin ne hindik e. Lê belê gelek dê û av jê ditirsin, ku heger bi zarokên xwe re zimanê xwe bipeyivin îcar zarok ewê nikaribin Almanî hîn bibin û di dibistanê de bi ser nekevin. Pispor dibêjin, bi vî awayî pir zimanî dibe qurbanîya yek zimanî. Herweha malbatên ku bi zarokên xwe re zimanê dayîkê napeyivin qencî bi zarokên xwe nakin. Vê heftê malbata Keleş bû mêvanê Bernama Kurdî û ji guhdaran re qala wê yekê kir, ka ew zarokên xwe bi çi zimanî mezin dikin û serkeftina wan a dibistanê çawa ye.