Rojev - Kölner Silversternacht: Desdirêjîyên şeva sersalê
Almanya bi bûyerên destdirêjî yên li Kölnê dest bi sala nû kir. Şeva sersalê, li pêşîya Domê li dij sedan jin destdirêjî hat kirin, lê bûyer çar roj paşê derket holê. Ji kiryaran anku faîlên ku heta niha hatine tespît kirin 18 heb penaxwaz in û piranîya wan ji Bakurê Afrîkayê ne, anku ji Fas û Cezayîrê ne. Wekî din di nav kiryaran de ji Dewletên yek girtî yên Amerîkayê kesek û du Alman jî hene.
Bûyeran herweha nîqaşeke din a li ser penaberan jî da dest pê kirin. Almanya niha dixwaze qanûnên penaberîyê bêhtir hişktir bike. Wekî din tevgerên rastgir ên PEGÎDA ev yek ji xwe re kirin mane û derketin kolanan. Hevkara me Jomana Djoumma li ser bûyerê lêkolîn kir.
Stand: 10.01.2016, 10.00 Uhr
Seite teilen
Über Social Media