Rojev - Kölner Silversternacht Desdirêjîyên şeva sersalê

Almanya bi bûyerên destdirêjî yên li Kölnê dest bi sala nû kir. Şeva sersalê, li pêşîya Domê li dij sedan jin destdirêjî hat kirin, lê bûyer çar roj paşê derket holê. Ji kiryaran anku faîlên ku heta niha hatine tespît kirin 18 heb penaxwaz in û piranîya wan ji Bakurê Afrîkayê ne, anku ji Fas û Cezayîrê ne. Wekî din di nav kiryaran de ji Dewletên yek girtî yên Amerîkayê kesek û du Alman jî hene.


Stand: 10.01.2016