Bernama Kurdi - Programm

Hunderasse Kangal

Civak - Hunderasse Kangal Kûçikên Sêwaz Kangal

Kesekî ku ji bakurê Kurdistanê be û kûçikên Sêwaz Kangal nizanibe nîne. Kûçikên Kangal taybet ji bo şivanan in. Gelek guhdarên me ku li Kurdistanê pez xwedî kiribin, tekez zanin, li dij guran, kûçik çareserîya herî baş e û herweha kûçik hevalê şivanan in. Mirov carek hînî kûçikan bûbe îcar bi hêsanî nikare dev ji wan berde. Hevkarê me Seydo Can çû serene Hesen Alagöz, ku li Almanyayê kûçikê Kangal xwedî dike.


Archivbild: General Mullah Mustafa Borezoni (Mitte) und sein Stab der Republik Mahabad (1947)

Civak - Republik Mahabad Komara Mahabad bû 70 salî

Komara Kurdistanê, ku di sala 1946’ê de li Rojhilata Kurdistanê hat damezirandin û bi tenê 11 mehan ajot, hîna jî li cem Kurdan xwedî cihekî taybet e û îro jî hêz û hêvîyê dide Kurdan. Bi boneya 70’emîn salvegera damezirandina vê komarê rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar bû mêvanê Bernama Kurdî û dîrok û şert û mercên avakirin û rûxandina komarê rave kir.

Rebhühner

Civak - Über die Bedeutung des Rebhuhns Kewa Gozel

Li cem Kurdan kew xwedî cihekî taybet e. Li Kurdistanê li gelek malan Kew tên xwedî kirin, kew di stranan de derbas dibin. Lê em baş pê dizanin, kew herweha wekî dijminê qewmê xwe jî tê nas kirin. Kurdên li Almanyayê jî dev ji kewa xwe ya gozel bernadin. Kurdistanîyekî bi navê Polat Kiliç, li nêzî Dortmundê di bexçeyê xwe de kewan xwedî dike. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Ein Kind auf einem Klettergerüst

Civak - Alles Neu Gorrankari yasayi la sali 2016

Lagal dastpekirdni sali newda dysanawa zor sit la almanyada agorret. wata la 2016 abet hawlatyan xoyan lagal handek gorrankari tazada bgunjenen. Gorrini yasa w renmaynew la paray mindal (Kindergeld), Hartz lV, baji xizmatkirden la pyryda (Pflegeleistungen) u bryari natwanini karkirden lalayan pziskawa (Arbeitsunfähigkeitsbescheinigung), awana hamyan gorrankaryan basarda det. Hawkarem Seydo Can zanyari lasar gorrankarya newkan bo amada kirduin.


Glühweinstand Iserlohn

Civak - Glühweinstand für Flüchtlinge in Iserlohn Ji bo xatirê penaberan şeraba germ

Reşît Kawa xortekî Kurd e û bi eslê xwe ji Helebê ye. Ev 20 sali in jî li Almanyayê dijî. Camêr li İserlohnê di Weihnachtsmarkt de xwedî standekê ye û qehwe, pasta û Glühwein anku şeraba germ difiroşe. Reşît herweha bi dilxwazî alîkarîya penaberan dike û îsal jêhata xwe ya ji Weihnachtsmarktê ji bo Versöhnungskirchengemeinde ya li Iserlohnê re dibexşîne, ku ew jî alîkarîya penaberan dike. Bernama Kurdî li Iserlohnê çû seredana Reşît Kawa.

Die Migrationsbeauftragte der Bundesregierung Aydan Özoguz spricht im Bundeskanzleramt in Berlin bei einem Hintergrundgespräch mit Journalisten

Civak - Aydan Özoguz Hevdîtîna nûnerên Kurd û Wezîra Koçberîyê

Vê heftê wezîra federal a peywirdara Koçberî, Penaberî û Întegrasyonê Aydan Özoguz digel çendîn nûnerên civaka Kurdî ya Almanyayê hat cem hev. Ji Komkarê Rohat Geran derbarê hevdîtin û daxwazên wan ên ji hikûmetê de agahî dide.

Thementag Flüchtlingskinder

Civak - Flüchtlingskinder Zarokên Penaber

Îsal bi sed hezaran penaber hatin Almanyayê û hîna jî tên. Di nav wan de herweha gelek zarokên temen piçûk jî hene, ku bê dê û bavê xwe hatine. Li gor qanûnê divê ji bo her zarokekî penaber, ku bê dê û bavê xwe hatîye, wasîyek were tayîn kirin. Lê belê dezgeha parastina ciwanan judengamt li hember vê hejmara zêde nagihê. Lewma li kesên dilxwaz digerin, ku wesayeta zarokan hilgirin ser xwe. Hevdem, zarokên ku tênê hatine weha bawer dikin, ku heger ew li Almanyayê werin qey kirin, êdî dikarin malbatên xwe jî bînin Almanyayê, lê belê rewş ne weha ye, ku ew bawer dikin. Hevkarê me Seydo Can radigihîne


Fawzi Dilbar - Vorsitzender des Vereins YASA

Civak - Studiogast Fawzi Dilbar Navenda Lêkolînên Huqûqî: YASA

Navenda Kurdî ya Lêkolînên Huqûqî û Şêwirmendîyê YASA, li Bonnê xebatê dike û îsal 10emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir. YASA dezgeheke medenî ye, ku him li Kurdistanê û him jî li Dîasporayê herkes bigihîne mafên xwe yên mirovî. Ji bo parastina mafên mirovan him derfetên netewî him jî navnetewî bi kar tîne. YASA wekî din karê întegrasyonê jî dimeşîne. Me jî bi boneya 10emîn salvegera YASA, serokê wê Fawzi Dilbar kir mêvanê Bernama Kurdî.

Einschulung: Erstklässler knieen hinter ihren Schulranzen

Rojev - Schulbeginn Dibistan vedibin

Vê heftê tatîla havînê bi dawî dibe û li NRWê dibistan vedibin. Li cem malbat û zarokan him heyecan him jî stres heye. Ji Dortmundê mamosteya Kurd Soma Said derbarê destpêkirina dibistanan de ji bo malbatan şîretan dike, bi taybetî li ser têkilîya zarokên koçberan a bi dibistanan re.

Teller mit Baklava

Civak - Ramadanfest Li Almanyayê Cejn

Îsal cejn rastî dema tatîlê hat û gelek xelk jî jixwe çûbûn welêt û cejna xwe li welêt bi mervên xwe re pîroz dikin. Ji alîyê din de jî cejn îsal rastî dawîya heftê jî hat, ku xelkê li Almanyayê jî bi rehetî dikarin herin seredana meriv û nasên xwe. Bernama Kurdî jî li Bochumê çû seredana malbateke Kurdistanî, ka ew di cejna Remezanê de çi dikin. Hevkarê min Kamil Basergan radigihîne.


Fastenbrechen

Civak - Fitar einer alevitischen Familie in Hagen Rojî û Hevalbendî

Li gelek komeleyên Kurdî yên li Almanyayê, malbat ji bo ku xêr e, her êvarek şîva fitarê didin. Vê heftê li komeleya li Hagenê jî şîva fitarê hat dayîn lê belê malbata xwedîxêr, ji Elewîyên Mereşê bûn, ku ew bi xwe rojîyê nagirin. Malbat û mêvan dibêjin jestên weha cematên cihê yên bawerîyê bêhtir nêzî hev dikin. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Syrische Flüchtlinge: Ein syrisches Kind drückt die Nase an ein Flugzeugfenster

Civak - Syrische Flüchtlinge Penaberên Sûrî û Barê Darayî

Ji destpêka şerê li Sûrîyeyê û vir ve dora 80 hezar penaberên Sûrî hatine Almanyayê. Hin ji wan bi qeçaxî hatin hin ji wan jî bi rêya bermaneyên qebûlkirinê yên Almanyayê, ku mesrefên wan her duyan jî dewletê dide. Lê belê hin ji wan jî bi rêya bernameyeke taybet hatin, ku hemû barên wan ên darayî di stûyê mervên wan de ne, ku di dema hatina wan de belgeyek îmze kiribûn. Lê heta kengî? Ev kes kengî dikarin serî li alîkarîya dewletî bidin? Hevkara me Jomana Djouma lêkolîn kir.