Bernama Kurdi - Programm

Farhad Bazleh zu Gast im Studio

Huner - Studiogast Farhad Bazleh Mêvanê vê heftê

Hunermendê Kurd Farhad Bazleh xelkê Rojhilata Kurdistanê, bajarê Kirmanşan e. Farhad Bazleh vê mehê li Hamburgê di beşa Def Entertaiment de xelata Apple Music Award stend. Hunermenê Kurd serpêhatîya xwe ya hunerî ji bo guhdarên Bernama Kurdî par ve kirin.


Kurdisches Kulturfestival

Cand & Huner - kurdisches Kulturfestival 23. Festîvala Çand û Hunerê

23. Festîvala Çand û Hunerê ya Kurdî li bajarê Düsseldorfê bi rê ve çû. Festîval a çand û hunerê ye lê belê şerê li Bakurê Kurdistanê û hilbijartinên pêşwext mohra xwe li festîvalê xistin. Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş jî di festîvalê de beşdar bû. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Hozan Canê

Cand & Huner - Studiogast Mêvana vê heftê Hozan Canê

Hozan Canê ev salek e, li Rojava bû û ev çend hefte ne vegerîyaye. Canê li wê derê di fîlmekê li ser karesata Şengalê de lîst. Canê bû mêvana Bernama Kurdî û him li ser fîlmê him jî li ser jîyana Rojava peyivî. Canê herweha di demeke nêzîk de albûmeke nû derdixe. Me jê pirsa albûma nû jî kir.

Hogir Göregen Video Studiogast - Hogir Göregen (03:26 Min.) Bernama Kurdî vom 16.08.2015

Huner - Hogir Göregen Mîrê def û erbanê

Hogir Göregen hunermendekî ciwan e û dil daye amûrên lêdanê, nemaze def û erbanê. Hunermedê Kurd vê heftê li Duisburgê di Platzhirsch Festival de beşdar bû û rîtmên kurdewarî pêşkêşî muzîkhezan kirin. Hogir herweha li studyoyê bû mêvanê Bernama Kurdî jî û qala jîyan, huner û projeyên xwe kirin. [Video]


Hasan Tercan

Cand & Huner - Hasan Tercan Stranbêj Hasan Tercan

Hasan Tercan bixwe xelkê Mîdyata Mêrdînê ye lê ev zêdeyî 20 sal in li Swedê dijî. Heta niha du albûm derxistine, yek bi Kurdî yek Tirkî. Em pê re him derbarê jîyana wî de him jî derbarê hunera wî de peyivin.

Die kurdische Dirchterin und Umweltschützerin Madiha Sofi im Funkhaus Europa Studio

Huner - Madiha Sofi Miwani stdio Madiha Sofi

Babonai roji newtatawai jinanawa pirozbay lahamu jinani jihan akam u har bau bonayasawa amro jneki kurd miwani studioma. Madiha Sofi sali 1960 la Kerkuk la basuri kurdistan ladayk buwa. Nawbraw sali 1995 hatota almanya u 2007 koliji kistukali la zankoi Bonn tawawkirdwa. Madiha la sali 1973 honrawa anusi u estas calakwaneki bwari jingaya.

Yaşar Kemal 2010 im Goethe-Institut in Istanbul

Huner - Yaşar Kemal Oxir be, Yaşar Kemal!

Nivîskarê mezin ê hezkirî Yaşar Kemal nekiribe duh piştî nexweşiyeke demdirêj li Stenbolê mir. Bi mirina wî ne tenê wêjeya cîhanê yek ji mezintirîn helbestvan û romannivîskarên xwe wenda kir, lê belê tekoşerekî bo demokrasî, azadî û mafên mirovan jî. Yaşar Kemal ku bi eslê kurd bû û weke yek ji girîngtirîn nivîskarê Tirkiyê hatibû nasîn, 92 salî bû. Seydo Can wî bibîrtîne.


Tara Jaff, Ausschnitt aus dem Cover der LP Dilley Dewanem

Huner -Tara Jaff Tara Jaff bû mêvana Bernama Kurdî

Li cîhanê gelek hunermendên çeng anku harpê nînin. Di nav wan de yên jin hê jî hindiktir in. Lê hunermenda jin a Kurd Tara Jaff ev zêdeyî bîst salan e bi vê amûrê re mijûl e. Tara Jaff ji bo konserekê hatibû Kölnê û bû mêvana Bernama Kurdî û qala jîyan û hunera xwe kir.




Der Schriftsteller Kakshar Oremar zu Gast im Studio (15.02.2015)

Huner - Kakshar Oremar Jînenîgarînivîs Kakşar Oremar

êkolîner û rojnameger Kakşar Oremar bi salan e, bi jînenîgarîya navdarên Kurdan re mijûl dibe. Wî heta niha çar pirtûk weşandin, ku di nav wan de jîyana Ayşe Şan û Aram Tîran jî hene. Kakşar Oreamar him destpêka karê lêkolîna xwe him jî serpêhatîyên xwe yên şexsî û herweha yên pîşeyî bi guhdarên Bernama Kurdî parve dike.



Saam Moosa (re.)

Çand & Huner - Saam Moosa Hunermend Saam Moosa

Stranbêjê xelkê Rojavayê Kurdistanê Saam Moosa ev 26 sal in li Almanyayê dijî. Saam Moosa hunera xwe wekî li hev gihandina muzîka Kurdî û Rojavayî bi nav dike û çendîn stranên bi îngîlîzî jî distrê. Wî straneke îngîlîzî jî li ser Kobanîyê çêkiriye û derameda stranê jî li dezgehên alîkarîyê dibexşîne ku alîkarî bigihînin xelkê deverê. Saam Moosa bû mêvanê Bernama Kurdî û serpêhatîya xwe ya bi me re par ve kir [mehr]