Bernama Kurdi - Programm

Flüchtlingscamp türkisch-syrische Grenze (Suruc)

Rojev - Rettungsaktivist Teknolojî ji bo penaxwazan

Herroj li ser televîzyonê karesatên penaberan tên nîşan dan, ku di rêya Ewropayê de dikevin nav xeterên jîyanê. Xortekî bi navê Şahvan li Almanyayê bi rêya teknolojîyê alîkarîya wan penaxwazan dike, ku hewlê didin xwe bigihînin Ewropayê. Şahvan bû mêvanê Bernama Kurdî û him qala alîkarîya ji bo penaberan him jî ya jîyana xwe kir.

  • On Air
  • Playlist

    Playliste für europa
    Uhrzeit Interpret und Titel
    14.34 Tiggs Da Author: Georgia
    14.31 MC Stormzy: One Take Freestyle
    14.26 Flavia Coelho: O que sou
    14.23 Prince: Sign 'o' the times
    14.15 Louane: Jour 1
    14.11 Pedrina y Rio: Enamorada
    14.10 Bellini: Samba de Janeiro
    14.07 Major Lazer feat. Nyla & Fuse ODG: Light It Up (Remix)
    14.04 Ramone: Nouveau Venu Dans L'Endroit
    13.55 Tame Impala: Let it happen

    Playlist und Titelsuche

  • Livestream
  • Loop
  • Podcast

Hunderasse Kangal

Civak - Hunderasse Kangal Kûçikên Sêwaz Kangal

Kesekî ku ji bakurê Kurdistanê be û kûçikên Sêwaz Kangal nizanibe nîne. Kûçikên Kangal taybet ji bo şivanan in. Gelek guhdarên me ku li Kurdistanê pez xwedî kiribin, tekez zanin, li dij guran, kûçik çareserîya herî baş e û herweha kûçik hevalê şivanan in. Mirov carek hînî kûçikan bûbe îcar bi hêsanî nikare dev ji wan berde. Hevkarê me Seydo Can çû serene Hesen Alagöz, ku li Almanyayê kûçikê Kangal xwedî dike.

Zerstörungen in einem Stadtteil von Diyarbakir

Rojev - Solidarität mit Kurden in der Türkei Piştgirîya bi Bakurê Kurdistanê re

Şer û pevçûnên li nav bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, herweha kuştina sivîlan. Bi mebesta piştgirîdayîna gelê Bakur li gelek deverên Almanyayê çendîn çalakî hatin li dar xistin. Di nav wan de him xwepêşandan him jî greva birçîbûnê ya rêxistina Kurdên elewî heye. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Archivbild: General Mullah Mustafa Borezoni (Mitte) und sein Stab der Republik Mahabad (1947)

Civak - Republik Mahabad Komara Mahabad bû 70 salî

Komara Kurdistanê, ku di sala 1946’ê de li Rojhilata Kurdistanê hat damezirandin û bi tenê 11 mehan ajot, hîna jî li cem Kurdan xwedî cihekî taybet e û îro jî hêz û hêvîyê dide Kurdan. Bi boneya 70’emîn salvegera damezirandina vê komarê rojnameger û nivîskar Kakşar Oremar bû mêvanê Bernama Kurdî û dîrok û şert û mercên avakirin û rûxandina komarê rave kir.