Bernama Kurdi - Programm

Flüchtlingscamp türkisch-syrische Grenze (Suruc)

Rojev - Rettungsaktivist Teknolojî ji bo penaxwazan

Herroj li ser televîzyonê karesatên penaberan tên nîşan dan, ku di rêya Ewropayê de dikevin nav xeterên jîyanê. Xortekî bi navê Şahvan li Almanyayê bi rêya teknolojîyê alîkarîya wan penaxwazan dike, ku hewlê didin xwe bigihînin Ewropayê. Şahvan bû mêvanê Bernama Kurdî û him qala alîkarîya ji bo penaberan him jî ya jîyana xwe kir.


Zerstörungen in einem Stadtteil von Diyarbakir

Rojev - Solidarität mit Kurden in der Türkei Piştgirîya bi Bakurê Kurdistanê re

Şer û pevçûnên li nav bajarên Bakurê Kurdistanê berdewam dikin, herweha kuştina sivîlan. Bi mebesta piştgirîdayîna gelê Bakur li gelek deverên Almanyayê çendîn çalakî hatin li dar xistin. Di nav wan de him xwepêşandan him jî greva birçîbûnê ya rêxistina Kurdên elewî heye. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

 In der Silvesternacht waren am Kölner Hauptbahnhof Frauen sexuell belästigt und augeraubt worden

Rojev - Kölner Silversternacht Desdirêjîyên şeva sersalê

Almanya bi bûyerên destdirêjî yên li Kölnê dest bi sala nû kir. Şeva sersalê, li pêşîya Domê li dij sedan jin destdirêjî hat kirin, lê bûyer çar roj paşê derket holê. Ji kiryaran anku faîlên ku heta niha hatine tespît kirin 18 heb penaxwaz in û piranîya wan ji Bakurê Afrîkayê ne, anku ji Fas û Cezayîrê ne. Wekî din di nav kiryaran de ji Dewletên yek girtî yên Amerîkayê kesek û du Alman jî hene. [mehr]

Mahdi Fatahy zu Gast im Studio

Rojev - Studiogast Miwani studio Mahdi Fatahy

La sali 2015 ta saratai mangi 12 yak milion mrov dawai mafi panabari la almanya kird. Panabarakan ka agan basar Camp saratayda dabasakren u lawe aw hangau karanay pewisten boyan anjam adren. Amro rezdar Mahdi fatahy ka Sozialbetreuer la Camp lasari Neuss miwani studioma. Lagal nawbrauda darbaray aw hangawana adwem ka lasaratawa lagal panabarekda anjam adren.


Kurdendemo in Düsseldorf

Rojev - Kurdendemo in Düsseldorf Li Düsseldorfê xwepêşandan

Li Bakurê Kurdistanê li çendîn navçeyan qedexeya derketina derve berdewam dike. Li gor rapora TIHV di nav 5 mehên çûyî de li van navçeyan 124 sivîl hatin kuştin. Kurdên li Almanyayê jî ji bo protesto kirina êrîşên hêzên ewlekarîyê yên Tirk li Düsseldorfê xwepêşandanek li dar xist. Bernama Kurdî bi beşdaran re peyivî.

Tote Flüchtlinge in einem LKW in Österreich gefunden

Rojev - "Fluchweg" Rêwîtîya ber bi hêvîyê

Îsal bi sed hezaran penaber him bi ser deryayê him jî bi ser erdê re xwe gihandin Ewropayê. Gelek ji wan di rê de, yan bi xetera xeniqînê yan jî bi xetera fetisînê re an ku bi mirinê re rû bi rû man. Penaberekî ji Başûrê Kurdistanê, ku di qasaya qemyonekê de bi ser welatên Balkanan re hatîye Almanyayê, serpêhatîya xwe ji Bernama Kurdî re got.

Großeinsatz türkischen Sicherhietskräfte bei Protesten in Ankara.

Rojev - Großeinsatz der türkischen Sicherheitskräfte Li Bakurê Kurdistanê Pevçûn

Li çendîn navçeyên Bakurê Kurdistanê, yên wekî Sûr a Amedê, Sîlopî û Cizîr a Şirnexê, Nisêbîn û Kerboran a Mêrdînê navbera xelkê deverê û polîsên Tirk de pevçûn berdewam dikin. Di encamê de çendîn kesên sivîl hatin kuştin û xelk ji neçarîyê xwe di bodromên mala xwe vedişêrin. Hevkara me Hatice Kamer radigihîne.


Ibrahim Keivo

Çand & Huner - Ibrahim Keivo Mêvanê Bernamê

Ibrahim Keivo hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê ye û bi eslê xwe Ermenî ye. Keivo, tevî Ermenîkî gelek stranên Kurdî, Suryanî û Erebî jî distirê û li tembûr, bisk, cumbuş û ûdê dixe. Hunermend herweha him li nav Sûrîyeyê û him jî li derveyî welêt hêjayî gelek xelatan jî hatîye dîtin û ev demek e li Almanyayê bi cih bûye. Bernama Kurdî jî Ibrahim Keivo kir mêvanê studyoyê.

Demonstranten protestieren gegen die Verfolgung der Jesiden durch den islamischen Staat im Nordirak.

Rojev - Yezidisches Fest Jajini Yezidyakan

Yezidyakan bawaryan ba yazdanek haya ka regai kari xirap nadat. Awan bawaryan waya ka awa mirovakanen kari xirapa akan. Ayni yezidi hic paywandyaki ba islamaw nya, la rastida awas boyan bota kesau zor jar rawaduanren u nacar abin zedi xoyan baje bhelin. Am sal dwai sejar rojiu girten la yakam seshamai mangi Dez. harjar la seshama bo penjshama roji hayni wata 18. Dez. jajini Yezidyakana. Bernama Kurdi ray cand yazidiaki prsiwa, ka aya dwai rizgarkirdni Shangal am sal con jajin akan.

Naze Isxhan

Çand & Huner - Naze Isxhan Pianisteki kurd

Lanaw kurdda aw kasanai xariki janini mosikai klasikin zor kamin. Balam cand musikjaneki kurd han. Lawane Naze Isxan. Am xanima kurdi ermanistan u yezidya. naze tanha musika najane balku partukekisi lasar musikai pyano nusiwa. Naze mawai 10 sale la almanya aji u calaka la kari musikada. Bernama Kurdi au musikjanatan pe anasene.


Kinder sitzen in einem Klassenraum

Rojev - Kurdisch-Unterricht an deutschen Schulen Li Almanyayê dersên zimanê Kurdî

Ji sala 1993'yan û vir ve li Almanyayê dersên zimanê Kurdî bi Kurdî jî tên dayîn. Dersên Kurdî serê pêşîn li Bremenê paşê Niedersachsen, Hambûrg, Saarland û herweha li NRWê dest pê kir. Li van deveran heger 15 dê û bav bicivin û serî lê bidin ku zarokên wan dersa Kurdî bixwînin û herweha mamostekî/ê jî peyda bikin, wê demê dibistan mecbûr in, ku van dersan organîze bikin û mesrefên wê jî bidin. Him ji ber sedemên darayî him jî ji ber nebûna alaqaya ji dê û bavan, dersên zimanê Kurdî pir bi pêş neketin. Lê belê di van demên dawî de pêşketinên baş hene. Hevkarê me Seydo Can radigihîne.

Der prokurdische Anwalt Tahir Elci wurde in Diyarbakir (Türkei) erschossen

Rojev - Tahîr Elçî Tahîr Elçî hat kuştin

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi roja sêşemê li Amedê hat kuştin. Elçî piştî daxuyanîya çapemenîyekê hat kuştin, ku wî tê de parastina mîratên dîrokî yên Amedê dikir. Rayedarên Tirk dibêjin Elçî di encama pevçûneke navbera polîsan û mîlîsên PKKê de hatîye kuştin. Lê belê gelek kes ji ber vê daxuyanîyê şik û gûmanan dikin. Terma Tahir Elçi roja yekşemê bi beşdarbûna sed hezaran kes li Amedê hat veşartin. Hatice Kamer derbarê cenazeyê de radigihîne. Çendîn nûnerên rêxistinên ji Amedê de jî bîr û bawerîyên xwe derdibirrin.

Panzerfahrzeug in Nusaybin

Rojev - Interview Li Nisêbînê Pevçûn û Êrîş

Ev deh roj in li navçeya Nisêbîna Mêrdînê, navbera xelkê navçeyê û polîsan de pevçûn berdewam dikin. Herweha qedexeya derketina derve tê meşandin û hatin û çûna bajêr jî tê asteg kirin. Roja yekşemê polêsan êrîş bir şandeya HDP û xelkê ku dixwestin bikevin nav Nisêbînê. Di encamê de, Parlamenterê Mêrdînê yê HDPê Mithat Sancar û Hevseroka DBPê Emîne Ayna hatin birîndar kirin. Parlamenterê HDP Ali Atalan, ku li Nisêbînê digel sê hevkarên xwe di greva birçîbûnê de ye, rewşa bajêr radigihîne.