Civak - Hunderasse Kangal:
Kûçikên Sêwaz Kangal
Kesekî ku ji bakurê Kurdistanê be û kûçikên Sêwaz Kangal nizanibe nîne. Kûçikên Kangal taybet ji bo şivanan in. Gelek guhdarên me ku li Kurdistanê pez xwedî kiribin, tekez zanin, li dij guran, kûçik çareserîya herî baş e û herweha kûçik hevalê şivanan in. Mirov carek hînî kûçikan bûbe îcar bi hêsanî nikare dev ji wan berde. Hevkarê me Seydo Can çû serene Hesen Alagöz, ku li Almanyayê kûçikê Kangal xwedî dike.